Egîtîm-Bîr-Sen ji rektorî re bertek nîşan da

Egîtîm-Bîr-Sen ji rektorî re bertek nîşan da

Serokatiya Şaxa Êlihê yê Egîtîm-Bîr-Senêdestnîşan kir Rektorê Zanîngeha Êlihê Aydin Durmuş ji personelên îdarî û akademîsyenên ku destek nedanê re ceza daye.

Serokatiya Şaxa Êlihê yê Egîtîm-Bîr-Senê   Mehmet Ergîn îddîa kir ku Rektorê Zanîngeha Êlihê Aydin Durmuş ceza daye wan personelên îdarî û akademîsyenên ku destek nedanê. Ergîn ji ber vê cezakirinê, ji rektorî re bertek nîşan da.

Ergîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Rektorê Zanîngeha Êlihê Aydin Durmuş çawa dest bi wezîfê kiriye personelê zanîngehê rencîde kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Birêz rektor di 30ê Çileya 2017an de dest bi wezîfê kir û di destpêka wezîfeya xwe de qala edalet, heqqaniyet û lîyakatê kir û destnîşan kir ku tu hisabên wan bi rabirdûyê re tuneye.  Lê rektor piştî ku du  roj ji ser wezîfeya wî  re derbas bû  re  nêzî 800 personelên zanîngehê  di 16.00an de ji bo ku werin şexsê wî tebrîk bikin wan vexandiye mêzela xwe. Di bernameya ku  wek merasîma fermî aht tertîpkirin de personel û akademîsyen ketine rêzekê û ketine oda rektorî û piştî ku wî tebrîk kirine ji mêzelê derketine. Ev kiryara rektorî dilê personel û akademîsyenan şikandiye.”

Ergîn di dawiya axavtina xwe de bang li rektorî kir û jê xwest ku bila rabirdû bê jibîrkirin û xizmetên ku zanîngehê pêşve bibin bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.