El Menar: “Maqdîsê Berdevkê Îdara Esed, Reviyaye Londonê

El Menar: “Maqdîsê Berdevkê Îdara Esed, Reviyaye Londonê

El Menar: “Maqdîsê Berdevkê Îdara Esed, Reviyaye Londonê”

Kenala televîzyonê ya El Menara ku ji Lubnanê weşanê dike, îddîa kir ku Cîhad Maqdîsiyê berdevkê wezareta karên derve ya rejîma Esed, dev ji wezîfa xwe berdaye û reviyaye Londonê. Hat îddîa kirin ku xaniyê Maqdîsî jî hatiye şewitandin.

Cîhad Maqdîsî berî niha winda bûbû. Deng jê dernediket. Ne diyar bû ku gelo tevlî muxalîfan buye yan hatiye qewirandin. Kenala televîzyonê ya El Menara ku ji Lubnanê weşanê dike, wiha îddîa kir: “Cîhad Maqdîsî, bi hinek  gotinên xwe ji sînora resmî derket. Ji ber vê yekê jî ji wezîfê hatiye xistin.” Muxalîfan jî îddîa kir ku, Maqdîsî îfade kiriye ku di destê îdara Sûriyê de, sîlehên kîmyasal hene, lê wê li ser xelkê xwe bikar neyne. Ji ber vê gotina wî, Maqdîsî ji teref Esed ve, ji wezîfê hatiye xistin.

Çavkaniyên xeberan îfade kirin ku, çer ku Maqdîsî fêm kir wê ji wezîfê bê xistin, bi maliyên xwe re bidizî reviya Lubnanê. Li ser reva wî, mîlîsên Şebbihaya Esed, mala Maqdîsî ya li Şamê şewitand.

Li aliyê din li Sûriye şer dewam dike. Bombardiman û pevçûn li mehelên Şamê nasekinin. Li Hasekê li navçeya Serêkaniyê jî şerpezehî didome. Îro jetên Tirkiyê jî, li seha noqteya sifirê fira dewriye kirin. Jetên herbê yên Tirkiyê, vê sibehê li dû hev ji Diyarbekir hilkişiyan û li ser Ceylanpinara cîrana Serêkaniyê, di seha noqteya sifirê de geriyan. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.