“Eleqeyeke mezin ji îmtîhana sîyerê tê nîşandan”

“Eleqeyeke mezin ji îmtîhana sîyerê tê nîşandan”

Sekreterê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember derbarê îmtîhana sîyerê ya ku dê di 18ê Sibatê bê tertîpkirin de diyar kir eleqeyeke mezin ji îmtîhana sîyerê tê nîşandan.

Cemîl Cahît Unsalê Sekreterê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember derbarê îmtîhana sîyerê ya ku dê di 18ê Sibatê bê tertîpkirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Unsal derbarê mijarê de diyar kir ew ê îsal îmtîhana sîyerê bi temaya “Wî bixwîne û wek Wî bijî” tertîp bikin û armnaca wan a tertîpkirina vê îmtîhanê danfêmkirina girîngî û ehemîyeta sîret û sunneta Hz. Muhammed e.

Unsal di berdewama daxuyanîya ke da de destnîşan kir ew wek Platforma Evîndarên Pêxember bo îmtîhana sîyerê nêzî 300 hezar kitêban dane çapkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kitêbên ku me dane çapkirin şand li navendan. Heta niha li 400 cihan serîlêdanên îmtîhanê tên standin. Eleqeyeke mezin ji îmtîhanê re tê nîşandan. Birayên me xebateke baş dikin. Înşallah ew ê serîlêdan zêdetir bibin. Dîroka dawî ya serîlêdanan 27ê Çileyê ye û îmtîhan dê di 18ê Sibatê de bê kirin. Em difikirin ku îmtîhanê li 300 navendan tertîp bikin û em li vê yekê amadehîya xwe dikin.”

Unsalan di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê di encama îmtîhanê de dê ji 5 kesan re xelata umrê û her wisa nêzî 2 hezar xelastên ku di nav de 37 bîlgîsayar, 78 tablet, 266 heb seta sîyerê, zêrik, nîvzêrk hene ew ê ji kesên serkeftî re bê belavkirin.

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.