Em ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin

Em ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku li Diyarbekirê xîtabî xelkê kir diyar kir ew ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha xebatên referandûma ku dê di 16ê Nîsanê de bê kirin de çû Diyarbekirê û bi xelkê re hat bal hev.Erdogan di mîtînga ku beşdarî bû de xîtabî xelkê kir.

“Em ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin”

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de rexneyên tund li CHP û HDP kir. Erdogan piştî rexneyên ku kir re di derheqê malên ku dê di nava Sûrê de bên çêkirin de wiha axivî: “Em hewil didin Sûrê him ji bo Diyarbekirê û him jî ji bo heremê bînin asteke muhîm. Ji ber ku gelek berhemên dîrokî hene xebat hêdî dimeşin. Seranserê binêsaziya heremê tê nûkirin û temamê sikak û kolanan tên nûkirin. Em ê di gava yekem de 44 û di gavên din de jî tev de 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û em ê van malan têxin bin xizmeta turîzmê. Em ê di dawiya 2 salan de temamê xebatên xwe xelas bikin.”

ÎLKHA

















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.