Em ji Mislimanên Arakanî re bibin ensar
Muhîbullah Şahînê Serokê Weqfa Xizmet û Perwerdehîyê yê Îhsanê yê Bangledeşê bang li temamê Mislimanan kir û ji wan xwest ku ji Mislimanên Arakanî re bibin ensar.
Muhîbullah Şahînê Serokê Weqfa Xizmet û Perwerdehîyê yê Îhsanê yê Bangledeşê bi daweta Weqfa Yetîman hat Diyarbekirê û çend ziyaretinan kir. Şahîn di daxuyanîya ku da de bang li temamê Mislimanan kir bila temamê Mislimanan wek dewra Hz. Muhammed ji Mislimanên Arakanî re bibin ensar.
Şahîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir her ku diçe rewşa Mislimanên Arakanî nebaş dibe û dîsa her ku diçe alîkarîya ku ji Mislimanên Arakanî re tê kirin kêm dibe.
Şahîn di berdewama daxuyanîya ku da de balan kişand li ser mezlûmîyeta Mislimanên Rohîngyayî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro em bo riza Xwedê ji bi Mislimanên Arakanî û Bangledeşî hatin vê derê. Ji bo vê yekê ez dibêm elhamdulîllah. Vê demê milletê herî mezlûm Rohîngyayî ne. Tu kes ev qas zilm nedîç Rohîngyayî axên xwe winda kirin û ji bo ku Bangledeş cîranê wan e berê xwe dane wir û çûne wê derê. Ji temamê dinyayê, milletan û xêrxwazan ricayeke me heye. Piştî ku ev hewadîs dest pê kir gelek alîkarî hatin kirin, lê belê rewşa Rohîngyayîyan her ku diçe xiraptir dibe.Alîkarî kêm dibin. Em hêvî dikin ku alîkarî berdewam bikin.”
Şahîn ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji Weqfa Yetîman re spas kir û dû re weha axivî: “ Pêdivîya Rohîngyayîyan ji xwarin, cil û berg û perwerdehîyê re heye. Rewş pir xirab e. Ger weqfên mîna Yetîman hatibana wê derê û li wê derê bi me re mabana înşallah em ê karibana ji wan re bibin alîkar. Ez ê tenê vê yekê bibêjim: Min rewşa nebaş a Arakanîyan dît. Hûn însanên xêrxwaz in. Ji we ricayeke min heye, ji hêla însanî û Mislimantîyê ve bifikirin, hûn ê li dijî sepanên zalimane yên birêveberîyekî çi bikira?”
Şahîn di dawîya axavtina xwe de qala alîkarîyên ku ji teref Weqfa Yetîman, Kerwana Umûdê û Yetîm-Dera Ewrûpayê ve hatine kirin kir û bang li temamê Mislimanan kir û xwest “ Bila Misliman wek dewra Hz. Muhammed ji Mislimanên Arakanî re bibin ensar.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.