“Em li Qesra Edaletê edaletê nabînin”
ENQERE - Naskirîyên mexdûran piştî niştina 12emîn a Yasîn Boru û hevalên wî li ber Qesra Edaletê daxuyaniya çapemeniyê dan û destnîşan kirin em li Qesra Edaletê edaletê nabînin.
Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê hat dîtin. Di encama dozê de doz ji teref mehkemê taloqî 15ê Sibata 2017an hat kirin.
“Heta ku Demîrtaş daxilî dozê neyê kirin em ne li benda edaletê ne”
Oztekîn Dakakê ku bavê Huseyîn Dakak e di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Li ser Qesra Edaletê ya Enqerê edalat dinivîsîne lê weke ku li vê derê edalet tuneye. Em edaletê ji Xweda hêvî dikin. Di niştinê de bersûc gefê li me dixwin û naskirîyên mexdûran li ba hakiman tehdîd dikin. Elbet em hêrs bûn. Em heqê xwe digerin lê hewil didin me neheq derînin. Ez ji roja ewil ve dibêjim; heta ku Selahaddîn Demîrtaş ji vî derî nekeve hundir û daxilî doza Yasîn Boru neyê kirin ez bawer nakim qerareke adil derkeve.”
“Qatil bi nîşana zaferê heqaretê li me dikin”
Mustafa Boruyê apê Yasîn Boruyê ku di 16 saliya xwe ji teref PKK û HDPyiyan ve hat qetilkirin jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bersûc di dozê de heqaretan li naskirîyên mexdûran dikin. Boru dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bersûcên qatil di mehkemê de ji rexekî ve dibêjin em bêsûc in û ji rexê din ve jî heqaretan li naskirîyên mexdûran dikin. Berê xwe didin naskirîyên mexdûran nîşana zaferê çêdikin. Ev yek me xemgîntir dike û me qehr dike. Her cara ku em tên mehkemê di nav xwe de dibêjin ‘me qenc û xweş kir.’ Em hêvî dikin niştina pêşiya ya dawiya be û edalet tecellî bike. Lê ez nehêvîdar im. Ger ku ev kes îro hatibana cezakirin dê îro gelek bûyer neqewimîbana. “
“Pêwîst e edalet tecellî bike”
Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgoz jî di derbarê mijarê de diyar kir qatil îddîa dikin ku ew mexdûr in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bang li hakim û serokê mehkemê dikim. Ger neviyê wê her sibe rabe û bibêje ka bavê min li kû ye? Hûn ê çi bersivê bidinê û hûn ê çi bikin ji van hovan? Em îdama van dixwazin. Ji dêla ku çend salan ceza bidin wan bila wan serbest berdin çêtir e. Em îdamê dixwazin an jî bila cezaya hebsa muebbet ji wan re bê dayîn. Ne carekî bila 4 caran bidin wan. Ger vê cezayê nedin wan dê dilê me rihet neke. Ez êvaran nikarim razim, ez nikarim ji bîr bikim. Demildest bila edalet tecellî bike. Xweda heqê me li ba wan nehêle. Em hêvî dikin doz bi edaletê dawî bibe.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.