Em piştgiriya kurdên rojava û bakurê Kurdistanê dikin

Em piştgiriya kurdên rojava û bakurê Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştgiriya kurdên rojava û bakurê Kurdistanê dikin.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştgiriya kurdên rojava û bakurê Kurdistanê dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 16. Festîfala Gelawêj a li Silêmaniyê de got: “Hemû hewldan ji bo cîbicîkirina peymana Hewlêrê ya ku pêwîst bû hikûmeta navendî ji bo cîbicîkrina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, hatin kirin. Lê hikûmeta navendî xemsar bû.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê hêza operasyonên Dîcle de jî wiha got: “Operasyonên fermandeya Dîcle bi hemû awayî berevajî destûra Iraqê ye û wê rewşê ber bi aloziyekî zêdetir ve bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên kurdên Tirkiye û Sûriyê jî nîşan da. (Rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.