Em wan mezlûmên ku li Arakanê zilm li wan tê kirin tenê nahêlin
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li kulliyê kir de destnîşan kir ‘Em wan mezlûmên ku li Arakanê zilm li wan tê kirin tenê nahêlin.’
Di bergeha bernameyên Eyda Zaferê ya 30 Tebaxê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li kulliyê axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew ê li dijî wan êrîşên ku li Arakanê ji teref çeteyên Budîst ve tên kirin bê deng nemîn.
Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir hetanî ku li heremê û li dinyayê zilm bi dawî bibe dê mucadeleya wan berdewam bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em nikarin ji bo menfeat û berjewandiya xwe vicdan, edalet û heqqaniyê deynin rexekî û her tiştê ku derkeve pêşiya me bieciqînin. Ji ber vê yekê çawa ku me dil û qelbên xwe ji birayên xwe yên li Iraq, Sûrî, Balkan, Afrîkaya Bakur re vekiribe; bi heman awayî em ê wan mezlûmên ku li Arakanê zilm li wan tê kirin tenê nahêlin."
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.