Emîrqaya Emperyalîst, ji rejîma îşxalê re bi keştî û balafiran 250 alîkarîyê bikaranîtîye

Emîrqaya Emperyalîst, ji rejîma îşxalê re bi keştî û balafiran 250 alîkarîyê bikaranîtîye

Emrîqaya ku hevparê qetlîamên li Xezzeyê ye, ji 7ê Cotmehê vir ve ji rejîma sîyonîst a îşxalê re ji 230 caran zêdetir bi balafiran û ji 20î zêdetir keştîyan jî çek û cebilxaneyan şand.

Li gorî rojnameya Îbranî ya Yedioth Ahronoth, ji 7ê Cotmehê û vir ve, Emrîqa di nav de top, wesayîtên zirxî û amûrên şer ên bingehîn ên leşkeran gelek sewqiyatan ji rejîma îşxalker re şandine.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku Emrîqa ji 7ê cotmehê heta niha zêdetirî 230 firokeyên barhilgir û 20 keştiyên bi çek ji bo rejîma îşxalker a sîyonîst şandine.

Di berdewama xeberê de hat desntîşankirin ku zerara herbê ji rejîma îşxalê re 17,5 mîlyar dolar e.

Rayedarên berxwedana li Fîlîstînê, bal kişandibû ku Emrîqa ji qetlîam û qirkirina li Xezzeyê a ji teref rejîma îşxalker ve tê kirin re hevpar e, hatibû gotin ku di qetlîaman de bombeyên Emrîqayê hatine bikaranîtin.

Emrîqaya ku ji 7ê Cotmehê vir ve tu alîkarîyekî xwe ji rejîma sîyonîst teqsîr nekirîye, di platformên wek Konseya Ewlehî ya NY jî xwedîderketina ji îşxalê re didomîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.