Emniyeta Batmanê Çi Dike?
Li Batmanê pey hadîseya dawetê ya ku kesek hatibû kuştin, tevî ku alîgirên Pkk/Bdpê êrîşî mensûbên Huda Parê kiribûn
Li Batmanê pey hadîseya dawetê ya ku kesek hatibû kuştin, tevî ku alîgirên Pkk/Bdpê êrîşî mensûbên Huda Parê kiribûn jî, ji Huda Parê binçavkirina hinek kesan û vê paşîn girtina kesekî Huda Parê, bala însan dikşîne ku gelo Emniyeta Batmanê jî di nav vê komployê de ye? Vê dawîn girtina kesekî Huda Parê hat şîrovekirin ku tê xwestin provokasyona han bi destê emniyetê bidome.
Malbat û parêzerê kesê girtî beyan kirin ku şexsê han roja yekşemê gava ji ciyê kar ber bi malê ve diçe, ji teref polîsan ve li mehela çarşiyê tê sekinandin û dûre tê binçavkirin. Li ser beyana şahidê veşartî ku tê îddîakirin, roja duşembê jî pey derketina pêş hakim, bi surata jetê tê girtin. Malbata wî beyan kir ku bê xwendina dosyayê, di heqê wî de qirar hatiye dayîn.
Emniyet dixwaze meselê bigre. Ji lew ewladê wan qurban hatiye neqandin. Li meydanê kûmpasek heye û ewladên wan jî dibin qurban.
Parêzer Veysel Topkan jî beyan kir ku miwekkilê wî bêdelîl hatiye girtin. Ji ğeyrî îfadeya şahidê veşartî ku tê îddîakirin pêve tu delîl tune ye.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.