Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Emperyalîzma çandî ji alîyekî ve îşxala zihn û hişan didomîne û ji alîyê din ve jî kapîtalîzma kûrewî qezenca xwe didomîne. Rojekê dibêjin “noel”, roja din dibêjin “roja dildaran” û berîkên însanan vikûvala dikin.

Kî qezenc dike û kî winda dike!

Li sikak û kolanan, li dikan û malperên înternetê xebatên îşxala zihnan a çanda kapîtalîst û wek dînan xerckirina pereyan balan dikşîne li ser xwe.  Ev tev ji bo wî tiştê ku jê re tê gotin “roja dildaran” û însan pê tên xapandin.

Çawa ku di sersalê de her der bi rengê sor hatibû “xemilandin” di 14ê Sibatê de di bin navê “Roja Dildaran” de her derî bi rengê sor a ku însan pê tên xapandin û kapatîlîzma çandî pê qezenc dike tên xemiland.

Ev rojên ku qala wan tên kirin tu cihê wan di Îslamê de tune ye; lê belê tê xwestin ku ev rojên xeyrî Îslamî di nav Mislimanan de bên belavkirin û cî bigirin ku ev yek bi niyeteke baş nayê kirin. Di van rojan de ew kesên ku eslê xwe ji bîr kirine û ketine bin tesîra kapîtalîzmê  winda dikin.

Di roja me ya ku tê de birçûbûn û xela heye û bi milyonan însan di bin tesîra van de dimînin de çanda îsrafê her ku diçe zêde dibe ku ev yek jî ji bo dahatûya însanetîyê dibe sedema fikaran.

Ew rojên ku hatine dabeşkirin û diyarkirin û çavkanîya jiyanê û li ser pîyan mayîna kapîtalîzmê ne di roja me de bi navê dagirkerîyê dernayên pêşîya me; berewajî bi navê cuda ji însanan re tên teqdîmkirin. Ji alîyekî ve berîkên însanan tên valakirin û ji alîyê din be jî însan ji eslên xwe û ji nirxên xwe tên dûrkirin. Xort bi gotinên efsûnî tên asîmîlekirin û tên îfsadkirin.

“Roja Dildaran” a ku hatiye îlankirin di rastîyê navê wê roja ku tê de hezkirin ji teref kapîtalîzmê ve hatiye qetilkirin e. Bi “Roja Dildaran” tê xwestin ku hezkirin bê qetilkirin, hezkirin kurt bin, ne samîmî bin, her tim hezkirina yekî/ê di dil de tune be, her tim ew hezkirin bi hezkirina kesên din bên guhartin. Bi” Roja Dildaran” tê xwestin hezkirinên nerast û demkî derkevin holê.

Ev wehşîtî, bêhayatî, bêexlaqî  di temamê wextên salê de di bin navên cûda tên kirin û însan bi van tiştan tên xapandin. Lê di nava van tiştên xeyrî Îslamî de çi karê Mislimanan heye?

Bi “Roja Dildaran” di rastîyê de tê xwestin zîna, bêexlaqî, bi qîz û lawên xelkê re bi şikleke xeyrî Îslamî rabûn û rûniştinê wek tiştekî baş nîşandan.

Divê di serî de dê û bav û wekî din xort li dijî van tiştên xeyrî Îslamî hişyar bin û hifza xwe ji van tiştan bikin.Divê em zanibin ku “Roja Dildaran” dijminên zewac û exlaqê ye.

Pêxemberê me Hz. Muhammed di hedîseke xwe de dibêje “bi temamê hal û hereketên xwe muxalefetî muşrîkan bikin û xwe neşibêhînin wan.” Û dîsa di hedîseke xwe din de jî dibêje “Kî/ê xwe bişbihîne qewmekî ew jî ji wan e.”

Ji ber vê yekê ji bo ku em nebin perçeyeke vê bêexlaqîya ku tê xwestin di nav civakê de bê belavkirin divê em haya xwe ji xwe bikin û li xwe û malbata xwe xwedî derkevin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.