Emrîka Destek Da Malikî
Emrîka Bê Tesdîqa Îdara Beğdayê, Wê Destekê Nede Îxracata Petrolê
Berdevka wezareta karên derve ya Emrîka Vîktorya Nûland, diyar kir ku wê bê tesdîqa hikûmeta merkeziya İraqê, destekê nede îxracata petrolê. Petrol ji kîjan herêmê bê îxracat kirin, ferq nake.
Berdevk Nûland wiha îfade kir “Em gazî welatên cîran jî dikin ku ji gotin û tevgerên wê tansiyona herêmê zêde bike, xwe biparêzin. Di niqaşên yên li ser îdarekirina çavkaniyên İraqê de, em destekê didin çareya qanûnî. Em dixwazin hikûmeta İraqê û îdara herêmê, bi riya qanûnê li hev bikin.”
Wekî tê zanîn İraq jî, mîna gelek welatên rojhilata navîn, xwedî dewlemendiyên tebiî ye. Feqet piştî ku serxwebûna xwe bidest xist, di serî de Emrîkayê îşgalker, bû hedefa welatên rojava. Îro li İraqê mîna şîrketên Ekson Mobîl, Şell û BP, tesîsên petrolan dixebitînin. Hinek şîrketên Emrîka yên din jî, di seha petrolê de fealiyetan li dar dixin.
Li gor pisporan, Emrîka ji bo kar û qezenca şîrketên xwe, İraq îşgal kiriye û hê jî têkilî karên nav İraqê dibe.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.