Emrîka Dîsa Êrîş Kir

Emrîka Dîsa Êrîş Kir

Teyarên Bê Însan Li Pakîstanê 5 Kes Qetilkirin

Êrîşên teyarên Emrîka yên bê însan, li Pakîstanê li eyaleta bakurê Wezîrîstanê sivîlan qetil dike. Di êrîşa dawîn ya vê sibehê de 5 kes hatin kuştin. Çavkaniyên xeberan yên resmî û herêmî jî, vê êrîşî tesdîq kirin.

Xeberan dan zanîn ku li herêma Hurmuzê li Mîranşahê teyarên bê însan êrîşî malekê kirine. Însanên herêma qebîleyan, ji ber van êrîşan tim di alarmê de ne. Lewra Emrîka li ser navê mucadela li ber terorê, vê herêm kiriye xopan. Fuzeyên ku tên avêtin, xelkê herêmê ya dikuje yan jî birîndar û seqet dike.

Hikûmeta Pakîstanê van êrîşan şermezar dike û ji Waşîngtonê dixwaze ku van êrîşan bi dawî bike, serekcimhûrê Pakîstanê jî di heyeta giştî ya teşkîlata dewletên yekbuyî de xeber dabû ku, van êrîş li ber hikûmrantiya Pakîstanê ne û divê bê sekinandin. Her wiha ji Îslamabadê heta Wezîrîstanê li ber van êrîşan meşek protestoyê hatiye destpêkirin. Lê mixabin Emrîka guhnade van tepkiyan. (bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.