Emrîka Dışewıte

Emrîka Dışewıte

Li gor xeberan, li Emrîka li 13 eyaletên rojava, li 70 deverî şewat qewimiye

 Emrîka Dışewıte
ÎSAL DORA 2 MILYON Û 500 HEZAR HEKTAR ARAZÎ ŞEWITÎ

Li gor xeberan, li Emrîka li 13 eyaletên rojava, li 70 deverî şewat qewimiye. Meha borî li Colorado agir bi araziya ketibû. Niha jî li eyaletên rojava mina Idaho, Waşîngton, Oregon û Calîforniya şewat derket û bilez belav dibe. Gelek mal û bîna xisar dîtine û bi sedan însan ji warê xwe tehliye dibin.

Ji bo vemirandina agir, hat gotin ku hêzên hewa û behrê jî destek didinê. Li Calîforniya bi tenê, hew 8 hezar mensûbên îtfaiyê dixebitin ji bo tefandina şewatê. Hat îfade kirin ku wê hewa germ û hişk, di hefta pêş de jî dewam bike. Tê gotin ku îsal li Emrîka, dora 2 mîlyon û 500 hezar hektar arazî şewitiye.

Li aliyê din, di ordiya Emrîka de jî şewata întîharê belav dibe. Li gor kovara Time (Taymê), di nav ordiya Emrîka de, problema herî mezin întîhara eskera ye. Meha borî de, di hejmara întîharê de rekor hat qeyd kirin. 26 eskerên Emrîka xwe întîhar kirin. Du meh berî jî 12 kesan xwe întîhar kiribûn. Îsal di heft mehên ewilî de, 116 eskerên Emrîka, xwe întîhar kirine. Pentagon her çiqas ji bo hejmara întîharê kêm bibe dixebite jî, îstatîstîkên meha Tîrmehê, nîşan dide ku van xebat zêde feyde nade.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.