Emrîka Dixwaze Îdara Efğan û Talîban Li Hev Bikin
Dewleta Pakîstanê, wezîrê edaletê yê Efğanîstanê yê dewra îdara Talîbanê berda.
Dewleta Pakîstanê, wezîrê edaletê yê Efğanîstanê yê dewra îdara Talîbanê berda. Digel wezîr Molla Nûreddîn Tûrabî, 3 girtiyên din yên Talîbanê jî hatin berdan. Tê gotin ku Molla Nûreddîn Tûrabî, destbirakê Molla Omerê serekê Talîban bû. Hinek wezîfedarên hikûmeta Îslamabadê jî, van bûyeran tesdîq kirin.
Îşgalkerê Emrîka, dixwest ku hikûmeta Efğanîstan û Talîban li hev bikin. Ji ber vê yekê jî, ji muttefîkê xwe Pakîstanê dixwest ku hinek mensûbên Talîban yên girtî bên berdan. Pakîstan di vê çarçovê de, di meha Mijdarê de 13 mensûbên Talîbanê berdabûn. Ji çavkaniyên wezareta karên derve ya Pakîstanê hat zanîn ku, li ser berdana Molla Ebdulğanî Baradarê zilamê 2an yê Talîbanê jî, tê xeberdan. Tê texmînkirin ku heta dawiya 2014an, wê eskerên NATOyê ji Efğanîstanê vekişin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.