Emrîqayê îşxalker, li Behra Sor li dijî Yemenê daxuyand ku koalîsyonekî damezrandine

Emrîqayê îşxalker, li Behra Sor li dijî Yemenê daxuyand ku koalîsyonekî damezrandine

Wezîrê Parastin yê Emrîqaya îşxalker Lloyd Austin, daxuyand ku ew li Behra Sor li dijî Yemenê koalîsyonekî damezrandin.

Austîn, îddîa kir ku operasyon tîcareta serbestê tehdît dike û ji bo çareserîya vê meseleyê daxwazîyekî navneteweyî heye.

Austîn weha îfade kir, “Ji ber vê yekê ez diyar dikim ku me îro Operation Prosperity Guardian (Operasyona Mihafizên Refahê) damezrandîye. Ev, di bin bana Hêzên Behr yê Hevpar û Hêzê Wezîfeya 153emîn de teşebûsa ewlehîya Behra Sor e.”

Di koalîsyona ku hatîye damezrandin de, Emrîqayê îşxalker, Îngîlîstan, Bahreyn, Kanada, Îtalya, Fransa, Holland, Norveç, Spanî û Şeysellerê cîh digre. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.