
Encamnameya Komxebata Kurd hat eşkerekirin
Di danişîna dawîn a Komxebata "Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd" ya ku ji teref HUDA PARê ya li Diyarbekirê ve hat lidarxistin de encamname hat diyarkirin.
Li Diyarbekirê Komxebata Kurd a bi temaya "Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd" ya ku ji teref HUDA PARê ve tê lidarxistin hat kirin.
Piştî rûniştinên 2 rojan encamnameya komxebatê hate xwendin. Daxuyanîya dawî ya ji 16 maddeyan pêk tê weha ye:
Bi navê Xwedayê Rehmen û Rehîm
“Cudabûna ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne.” (Rûm-22)
Kurdistana ku Kurd lê dijîn li navenda erdnigarîya ummeta Îslamê ye. Kurd di esra ewil a Îslamê de bi Îslamê muşerref bûne û bûne hêman û unsûrê eslî yê ummeta Îslamê. Kurd çawa ku bûne Misliman wezîfeya parastin û muhefezekirina beldeyên muqaddes ên Îslamê girtine li ser xwe. Kurd qewmekî wisa ne ku ji nav wan him gelek alim, qehreman, mucahîd û rêber û rêzan derketine û him jî ew di wextên zor û zehmet ên ummeta Îslamê de gelek bedelên mezin û giran dane.
Sedsala ewilî ya Komeraya Tirkîyeyê bi travmayên civakî, bi qetlîam, qiyam, îsyan, neheqî û bêhiqûqîyan derbas bû. Heqîqetek e ku nikare bê înkarkirin ev sedsal ji bo temamê însanên ku li ser van axan dijîyan nexasim jî di serî de ji bo Kurdan bû qeybeke mezin. Ev qeyb bes ne ji bo Tirkîyê ji bo temamê coxrafyaya Îslamê jî bû sedema bê îstîqrarîyê.
Kurd li vê coxrafyayê ne kêmanî ne. Kurd zêdetirî hezar salî ye ku digel birayên xwe yên Tirk mil dan hev û roleke mezin û bi qewet girtin li ser milên xwe da ku ji heqê badîreyên zor û zehmet bê derketin.
Meseleya Kurdan bes ne meseleya asayîş/şiddet an jî terorê ye; meseleya Kurdan meseleyeke dîrokî, sîyasî, hiqûqî, sosyolojîk, îqtîsadî, herêmî û meseleyeke pir alî ye ku alîyên wî yên navneteweyî jî hene. Ji ber ku rê û rêbaz û metodên rast nayên tetbîqkirin ev mesele çareser nabe û her ku diçe ev mesele kûrtir dibe. Tê xwestin ku hêzên navneteweyî û nexasim jî tê xwestin temsîlkarên emperyalistan daxilî pêvajoyê bên kirin ku ew ê ev yek meseleyê dijwartir bike û ew ê ev mesele bi rihetî nikaribe bê safîkirin. Ev hêzên emparyalist ji ser vê meseleyê dixwazin temamê welatên ku bi meseleya Kurd re eleqedar in bikin piçk û parî, ji hev bixin. Hêzên emparyalist bi vê yekê dixwazin siyonizmê bikin hêza hakim a vê erdnigarîyê.
Ev meseleya Kurd yek ji wan mijarerên sereke ya Tirkîyê ye. Ji bo ev meseleya Kurd bi şiklekî adilane bê çareserkirin lazim e ku ev mesele di zemîneke rast de bi temamê hêlên xwe bê nîqaşkirin. Rastbûna hedefê çi qas mûhîm be bi heman awayî ew rêya ku dê bê taqîbkirin û ew rê û rêbaza ku dê bê bikaranîn jî ew qas mûhîm e. Ji ber vê yekê lazim e qaîdeya “usûl taqaddûmê esasê dike” li ber çavan bê girtin.
Kadroyên nû yên cumhurîyetê teşebbûs kirin ku di bingeha laîktîyê de dewleteke netew înşa bikin. Ev kadro dema ku kirin vê yekê bikin ji bo civakeke homojen/yektîp derînin holê serî li asîmîlasyon, înkar, red û tûnehesibandinê dan û bi polîtîkayên ku sepandin hestên merhamet, edalet û biratîyê tahrîb kirin.
Kurd di dîrokê de ti carî bi siyonizmê re nebûne muttefîk. Bîleqs Kurd piştî ku Îslamîyetê qebûl kirin li dijî êrîşên Xaçperst û Moxolan ummeta Îslamê muhafeze kirine û bûne muhafizên sereke yên Qudsê. Ev heqîqet di şexsê Selahaddînê ku fatihê Qudsê de ye mucessem bûye.
Çi wextê ku nêrîn û zihniyeta qewmiyetperest/nijaperest û paradîgmaya dewleta netew bê terkkirin ew ê wê demê meseleya Kurd karibe bê çareserkirin. Ji bo çareserîyê lazim e dewlet vê îradeyê nîşan bide. Bi nêrîna Îslamî û însanî û bi îstîfadekirina ji tecrubeyên dîrokî ev mesele mimkûn e ku di çarçoveya edaletê de bê çareserkirin. Lê mixabin heta a niha ji bo vê meseleyê ne helwesteke dirist hatiye nîşandan ne jî ji tecrubeyên dîrokî hatiye îstîfadekirin.
Temamê çand û nasnameyên li Tirkîyê dixwazin bi reng û dengên xwe, bi adet û kevneşopîyên xwe, bi awaz û sewtên xwe hebin û dixwazin li welatê hevpar a ku lê qedara wan a hevpar heye îstîqbaleke xweş saz bikin.
Em di sedsala nû de ji bo çareserîya Meseleya Kurd van tespît û pêşnîyazên xwe yên çareserîyê bi raya giştî re parve dikin:
1. Meseleya Kurd ev bû sedsal ku li benda çareserîyê ye. Ger ev mesele bê çareserî bimîne ev yek dê bibe sedem ku neslên me heba bibin. Lazim e sedsaleke din di ber avê re neçe û di çarçoveya edaletê de sedsaleke nû digel hev bê înşaakirin.
2. Mexdûrê herî mezin ê van şer û pevçûnên mewcûd Kurd in. Ji ber vê yekê temamê însanên ku li ser axên Kurdistanê dijîn hizûr û aramîyê dixwazin. Saadeta Enqereyê bi hizûra Diyarbekirê ve girêdayî ye.
3. Heta ku hesabê heq, teleb û hessasîyetên Kurdan neyê kirin ne mimkûn e ew problem û mûşkîleyên sedsalan bên çareserkirin. Di serê van hessasîyetan de jî Îslam heye. Modeleke ku li dijî nirxên Îslamî be ew ê di nezera xelqê Kurd de neyê qebûlkirin.
4. Şer û pevçûna ku di netîceya ferzkirinên îdeolojîya fermî ya Kemalistan de derket holê û heta roja me bû sedema mirina bi hezaran însanan û bû sedema gelek êş û eleman qet nebû rêyek ku meseleya Kurd bê çareserkirin. Bîleqs derket holê ku ev metod hêza sîyasî û beşerî ya Kurdan krîmînalîze kiriye.
5. Lazim e cardin ji wan baronên şer re û ji wan kesên ku terefdarên wesayeta leşkerî ne re firset neyê dayîn. Ew zihniyeta ku çek û pevçûnê wek metodeke çareserîyê dibîne di serî de ji teref temamê pêkhatîyên sazîyên sîyasetê ve û her wisa ji teref temamê civakê ve bê mahkûmkirin.
6. Divê qetîyen neyê jibîrkirin ku ji bo çareserîya meseleya Kurd navnîşan sazîya siyasetê ye. Dîsa lazim e ji wan xebatên ku bi rêyên siyasî tên kirin re destek bê dayîn.
7. Ji bo ku cepheya naxweyî bi hêz û qewet bibe lazim e bi temametî ew polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên îdeolojîya fermî ya neteweperest bê terkkirin. Ji bo dawî li cudabûnê bê anîn lazim e verastkirinên qanûnî û mekaqanûnî bên amadekirin, heq û hurrîyetên bingehîn lazim e bi ti şertî ve neyên girêdan û li ser wan bazarî neyê kirin.
8. Heta îro gelek zêde edebiyata biratîyê hat kirin. Êdî lazim e ev yek xwe di pratîkê de nîşan bide. Bi gotineke din lazim e hiqûq tahaqqûq bike.
9. Kurd hûrmeteke mezin û zêde ji Şêx Seîdê Kurdî û ji alimên din ên Kurd re nîşan didin. Lazim e ji ber zilmên ku li wan hatine kirin li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin û lazim e bi lez û bez cihên qebrên wan bên eşkerekirin.
10. Di bin banê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî de di kitêbên Dîrok û Edebiyatê de tezên ne rast ên îdeolojîya fermî tên belavkirin. Ji bo ku li welatê me yekîtî û îstîqrara sîyasî bê tahqîmkirin lazim e terka van tezan bê kirin. Ew bihevrebûna dîrokî ya Kurd û Tirkan a li Melezgirt, Çanakkale, Şerê Rizgarîyê û yên li mîna wan lazim e bi şiklekî sehîh ji nû ve bê nivîsîn.
11. Lazim e Kurdî bi makeqanûnê bê muhafezekirin û temamê astengîyên li ber perwerdehîya zimanê zikmakî bên rakirin. Lazim e ne tunebûna Kurdan; hebûna wan bi makeqanûnê bê muhafezekirin.
12. Di pêvajoya çareserîyê ya borî de gelek xeta hatin kirin ku lazim e terka wan bê kirin. Ji bo vê yekê lazim e gotin, helwest û kirinên ku dê di nezera civakê de zirarê bidin çareserîyê neyên kirin û nîşandan.
13. Zihniyeta Kemalîst bû sedem ku meseleya Kurd derkeve holê. Ji ber vê yekê ew makeqanûna darbeyê ku berhema zihniyeta Kemalist e lazim e bê guhartin û di çarçoveya welatîbûna wekhev de makeqanûneke nû bê amadekirin.
14. Tê pênasekirin ku her kesê/a bi rêya welatîbûnê girêdayîyê dewleta Cumhurîyeta Tirkîyeyê ye Tirk e. Lazim e terka vê pênaseyê bê kirin. Temamê gotinên kirinên înkar, red û nîjadperest ku di zimanê dewletê de hakim in lazim e ji temamê mewzûat, lîteratur û mufredata perwerdehîyê bê derxistin.
15. Ew sînorên Skyes-Picotê ku Kurdan ji hev veqetandin lazim e bên xistin şiklê sembolîk û ji bo hiqûqa silayî rehîm bê tetbîqkirin û ji bo peywendîyên civakî, çandî, îqtîsadî û însanî bên pêşvexistin lazim e alîkarî bê kirin û rê bên vekirin.
16. Ji bo heqên Kurdan ên civakî û şexsî bên nasîn û bên muhafezekirin û ji bo aştî û edalet bê tesîskirin û ji bo înşakirina îstîqbaleke hevpar û bi qewet lazim e temamê terefan demildest mesûlîyetê bigirin li ser xwe."
(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.