Endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Mehmet Alî Altun:  Îbadeta qurbanê hîsa alîkarîyê qewettir dike

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Mehmet Alî Altun: Îbadeta qurbanê hîsa alîkarîyê qewettir dike

Mele Mehmet Alî Altunê endamê ÎTTÎHADUL ULEMA, di dema ku hêj ji 3 hefteyî kêmtir ji îda qurbanê re maye de derheqê muhîmtîya îbadeta qurbanê de daxunîyan da û got ku ev îbadet di nav civakê de hêsa alîkarîyê qewettir dike.

Altun destnîşan kir dema ku qala Îda Qurbanê tê kirin cara ewil îbadeta qurbanê yê ku ji şîarên ewil yê Îslamê ye tê bîra mirovan, Altun diyar kir ku jêkirina qurbanê mirovan nêzê Xwedê dike, îbadeteke mezin e û dibe wesîleya teqwayê.

Altunê ku îfade kir ku jêkirina qurbanê ji şîarên mezin yê Îslamê yek e, bal kişand ku divê Misilman mitleqe şîarên Îslamê îhye bike.

“Jêkirina qurbanê heqekî ye”

Altun bîr anît ku derheqê jêkirina qurbanê de gelek ayet û hedîs hene weha axivî, “Xwedê Teala di Quranê de weha dibêje; ‘Çi goştê qurbanên we çi jî xwîna qurbanên we naghêje Xwedê, ew ê ku dighêje Xwedê teqwa ye, îxlas e, dil û canbûn e û samîmîyet e.’ Ji ber vê yekê bi cîh anîtina ev îbadetê li ser her Misilmanê ku qeweta wê pê tê heqekî ye. Hetta Pêxemberê me selat û selam li ser wî be gotineke weha bi şîddet gotîye, ‘Kesê ku qeweta wê heye û qurbanê nade bira neyê cîhê nimêja me’ ew bi vê şeklê mirovan teşwîq dike û mirov dibîne ku di ev gotinê de tehdîdek jî heye.”

“Gelek feydeya qurbanê heye”

Altun di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku îbadeta jêkirina qurbanê li gorî Mezhebî Henefîya wacîp e, li gorî mezhebên Şaî’î û yên dinê jî sinnet e, û Altun weha axavtina xwe domand:

“Lê sinnetê miekkede ye. Feydeya qurbanê bi şeklê uxrewî, dinyewî, ferdî û bi civakî gelek heye. Berîya her tiştî qurban; dibe wesîleya pêşveçûna rihê alîkarîyê û hev naskirinê. Bi tevî vana ew kesê ku qurbanê dide ji timayîyê xelas dibe, wan zîncîrên li ser xwe yên ku ji ber hezkirina dinyayê bi xwe ve girê da ye dişkêne û îbadeteke malî yê bi dil û can ji Xwedê Teala re dike. Gelek mirov hene ku çavên wan goştê sor nabîne. Bi wesîleya ev îbadetê gelek malbatên hewcedar jî goştê sor dibînin û dixwin. Feydeya wî ya dinê jî li alîyê civakê û di navbera ferdan de hêsê alîkarîyê bi şekleke cîddî pêşve dibe. Hêsên rehm û şefqetê derdixe pêşî.”

“Li ser weqfan jî mirov dikare ev îbadeta qurbanê bi cîh bîne”

Altun bal kişand ku gerek hemû kesan ji bona ku ev îbadet zindî bimîne, bê teşwîqkirin û beşdarî bê kirin cehdeke nîşan bide, “Bi taybetî jî hemd ji Xwedê re ku îro ji bona ku mirov xwe bighêjîne feqîran û hewcedaran weqf hene. Sazîyên ku em bi dil û can qurbanên xwe teslîmê wan bikin û ew jî bi dildarî dixebitin û ev karê jî li gorî Îslamê dikin hene. Birayên me yên Misilman jî dikarin li ser van sazîyan qurbanên xwe bidinî mirovên ku meqsedê wê heye ku xwe bighêjîne rizayê Xwedê ji van sazîyan dikare îstîfade bike.”

“Her Misilman ji bona ku ev îbadetê bi cîh bîne mitleqe cehdekî nîşan bide”

Altun îfade kir ku divê gerek medreseyan jî ji ev îbadeta qurbanê mirûz nehêlin û di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Li medreseyan jî xebatên ‘îlmî hene. Xwendekarên medreseyê yên ku Quranê hifz dikin hene. Em bi wesîleya Îda Qurbanê dikarin ji wan re alîkarîyeke menewî bikin. Her Misilmanekî yê ku îmkanê wê heye, qeweta wê heye mitleqe ji bona ku ev îbadetê bi cîh bîne cehdê bike. Ev îbadeteke wisaye ku xêr û bereketa wî di ayet û hedîsan de eşkere ye. Divê ku em xwe ji ber tirsa em ê malê xwe winda bikin û timayîyê bikin ji ev îbadetê mehrûm nehêlin. Jêkirina qurbanê; bê guman bereketê dike nav mal û milkê me, ji bedenê re qewet e û ji bo axreta me jî qezencekî ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.