Endamê Pydê Got
“Eger Tirkiye Têkeve Sûriye, Nikare Derkeve”
Li ser xeberdana serekwezîr Teyyîb Erdoğan ya derbarê bakurê Sûriye de, ji PYDê Şêxalî jî, peyvên tûj kir û wiha got “Heger Tirkiye were vê derê, êdî wê nikaribe derkeve. Ev derê wê bibe gola xwînê.”
Şêxali, di buroya xwe ya Helebê de roportajek da Yeni Şafakê. Şêxali gotina Erdoğan tenkîd kir û Tirkiye wiha tehdît kir “Heke tiştekî wisa bibe, wê tepkiya me jî gelek sert be! Bila çavnebaritî nebe. Em naxwazin xwîn birjê.”
Endamê PYDê got ku bê şer Efrin, Kobani, Aynel Arap û Qamişlo bi dest xistine. Şêxali, îddîaya ku Esed cihê Kurdan, ji bo Tirkiyeyê bixe tengasiyê terikand, derewand û wiha got “Îdara Şamê bêçare bû. Jixwe li vê derê desthilatdariya wî nemabû. Me valahiya desthilatdariyê tijî kir.”
Şêxalî di dawiyê de wiha got “Amanceke meyî dizî tuneye ku em li Sûriyeyê dewleteke Kurd ava bikin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.