Endamên meclîsa DBPê hatin binçavkirin
Diencama operasyona ku li Kanîreşa Çewlîgê li dijî PKKê hat kirin de endamên meclîsa DBPê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna PKKê ya ku li Kanîreşê dihat birêvebirin de li Kanîreşê di heman wextê de li navendê û li gundê Saxnisê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de endamên meclîsa DBPê yên bi navê Ş.K. û S.A. hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin ji bo jêpirsînê birin ewlehiyê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.