ENKS: “ PKK mafya ye, tişta ku rêjîma Baasê nikarîbû li me bike, PKK anî serê me”

ENKS: “ PKK mafya ye, tişta ku rêjîma Baasê nikarîbû li me bike, PKK anî serê me”

ENKS di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de di derheqê PKKê û kiryarên wî de destnîşan kir ‘PKK mafya ye, tişta ku rêjîma Baasê nikarîbû li me bike, PKK anî serê me.’

Nûnerên partiyên ku li Kurdistana Sûriyê di bin sîwana ENKSê de bûne yek daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ‘PKK mafya ye, tişta ku rêjîma Baasê nikarîbû li me bike, PKK anî serê me.’

Di daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya PDKyê de hat weşandin de di derbarê êrîşên ku ji teref PKKê ve li buroyên partiyên ENKSê yên li Kurdistana Sûriyê  tên kirin û di derheqê binçavkirina endamên ENKSê de hat destnîşankirin ‘tişta ku rêjîma Baasê nikarîbû li me bike, PKK anî serê Kurdistana Sûriyê.’

“PKK qet ne hereketeke  Kurdî ye”

Daxuyaniya çapemeniyê ji teref Xalid Eliyê ku ji birêvebirên ENKSê ve ye hat xwendin. Di daxuyaniya ku hat xwendin de Xalid Elî diyar kir rêjîma Sûriyê PKK berda ser çavê wan û dû re wiha pê de çû: “Rêjîma Sûriyê PKK berda ser çavê me. Yekem terorkirina siyasetmedarên Kurd ên Kurdistana Sûriyê li ser destê PKKê bû û heta niha jî terora wê berdewam dike. PKK li Kurdistana Sûriyê darê destê rêjîma Sûriyê ye. PKK qet ne hereketeke  Kurdî ye. Siyaseta wê faşil e. Ew karên ku PKKê li Kurdistana Sûriyê kiriye, ne Beşar Esed û ne jî bavê wî nikaribûn bînin serê me.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.