ENKS û EGRK daxwaz ji Artêşa Azad kirin ku ji rojava derkeve

ENKS û EGRK daxwaz ji Artêşa Azad kirin ku ji rojava derkeve

ENKS û EGRK daxwaz ji Artêşa Azad kirin ku ji rojava derkeve

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekî hevbeş de daxwaz ji Artêşa Azad a Sûriyê û rejîma Beşar Esed kirin ku ji Rojavayê Kurdistanê derkevin.

Duh (13.11.12) ENKS û EGRK di daxuyaniyekî hevpar de daxwaz ji Artêşa Azad û rejîma Sûriyê kirin ku hêzên xwe ji herêma Cizîre ya rojavayê Kurdistanê derbêxin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em wekî herdu encûmenan ji raya giştî ya Sûriye û cîhanê re radigihînin ku em girêdayî şoreşekî aştîxwazane ya ji bo rûxandina rejîmê ne û tekezê li ser yekrêziya helwesta xwe dikin.”

EGRK û ENKS rexne li hatina Artêşa Azad a Sûriyê ya bo herêmên kurdî digrin û wiha dibêjin: “Ji ber hatina ketîbeyên artêşa azad ya Serêkaniyê, rejîma Esed bi awayekî hovane ew bajar kir armanca êrişên firoke û helîkopterên xwe yên şer. Ji ber wê sedemê xwîna welatiyên bê guneh rija, bi sedan malbatên wî bajarê penaber bûn û bi dehan jî bê mal man. Herwiha bi hezaran malbatên penaberên Sûriyê hatine vê navçeyê.”

Ji ber wê sedemê herdu encûmenan daxwaza vekêşandina tevayî hêzên Artêşa Azad û rejîma Sûriyê ya ji herêma Cezîre dikin û di berdewama daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Rejîma Esed bi rêya parêzgeha Cezîre nayê hilweşandin. Pêwîste tevayî hêzên herdu aliyan di demekî herî zû de ji Cezîre vekişin. Em daxwaz ji tevayî pêkhateyên parêzgeha Cezîre û bi taybet ji gelê kurd dikin ji bo parastina navçe, xebata aştîxwazane û sifîl yekrêziya xwe biparêzin. Navçeyên xwe bi cih nehêlin.”

ENKS û EGRKê tevî ragihana tazî û sersaxiya ji bo malbatên qurbaniyê Serêkaniyê, daxwaz dikin ku kesên koçberbûne vegerin cihê xwe.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.