ENKSê girtina 3 çalakvanên li Amûdê şermezar kir

ENKSê girtina 3 çalakvanên li Amûdê şermezar kir

PYD: Ew kes ji ber bazirganiya bi madeyên hişber hatine girtin

 Şaxê Amûdê yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê girtina 3 çalakvanên kurd ji aliyê asayişa PYDê ve şermezar kir.
 
Şaxê encûmenê li Amûdê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzeke mezin ya asayişa PYDê, 3 çalakvanên bi nave Welat Umerî, Serbest Necarî û Dêrsem Umer girtin.
 
Duh êvarî jî, bi dehan kes li ser cadeya giştî ya Amûdê li ser banga ENKSê kom bûn û girtina hersê çalakvanan şermezar kirin.
 
Di kombûnê de, diruşmeyên li dijî girtina çalakvanên kurd û herwiha yên li dijî şerê birakujiyê hatin bilindkirin.
 
Li gor xwepêşanderan, kombûn û mangirtinên wan dê berdewam bibin heta ku ew çalakvan bên berdan.
 
Çavkaniyên ji asayişa PYDê jî dibêjin ku ew çalakvan ji ber sûcên wek bazirganiya bi madeyên hişbir û xapandina welatiyan hatine girtin.Amûdê (Rûdaw)
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.