“Enosîns” di muzakereyên Qibrisê de bû sedema qrîzê

“Enosîns” di muzakereyên Qibrisê de bû sedema qrîzê

Hevdîtinên ku li Qibrisê di warê yekbûna ji nû ve ya di navberalîderên Tirk û Rûm de dihatin kirin nîvrê man.

Hevdîtinên ku ji bo çareseriya mişkîleya Qibrisê di meha çilê de di bin himayeya YEyê de hatibûn destpêkirin ji ber ku Lîderê Rûman Nîkos Anastasiîadîs salona muzakereyê terk kir nîvrê ma.

Akinci û Anastasîadîs ji bo meseleya Qibrîsê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bixebitin li Ofîsa Misyonê ya NYê nêzî saetek axivîn.

Mustafa Akinci piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û wisa got: "Piştî axavtina Anastasîadîs qediya re, Espen Barth Eideyê Şêwirmendê Taybet ê Qibrisê yê NYê axivî. Wexta Espen Barth Eide destnîşan dikir divê hişmendî were rastkirin serokê Rûm bi hêrs got 'Tiştekî bibêjim tuneye' û derket çû. Derî jî bihêrs girt. Wê demê tiştekî ku em bikin nema." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.