Ensarullah: 10 endamên me ji teref hêzên Emrîqayê ve hatin şehîdkirin

Ensarullah: 10 endamên me ji teref hêzên Emrîqayê ve hatin şehîdkirin

Ensarullahê Yemenê daxuyand ku di encama êrîşa Emrîqayê a li Behra Sor lidarxistin de 10 endamên wan şehîd ketine.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, diyar kir ku Hêzên Emrîqayê di dema operasyona wan ku li Behra Sor ji bo desteka Xezzeyê lidarxistin de, ji 3 kelekên wan ên behrê re êrîş lidarxistine. Serî îfade kir ku di dema êrîşê de Emrîqa 10 endamên wan şehîd kirine.

Serî di daxuyanîya xwe de weha got, “Hêzên Çekdar yê Yemenê, Di orta herba destekdayîna ji bo operasyona Tofana Eqsayê de xwîna xwe rijand encax van şehîdên ku ji bo Fîlîstînê şehîd ketine, ew ê ji encamên sûca dijminê Emrîqayê re tehemûl bike. Ew ê çalakîyên Emrîqayê a di Behra Sor de ku ji bo parastina keştîyên îsraîlê tênê bikaranîtin, bicîhanîtina wezîfeya dînî, însanî û exlaqî yê Yemenê a ji bo mezlumên Fîlîstîn û Xezzeyê asteng neke. Xeyn ji vê gotinan em ji welatên dinê re jî bang dikin ku xwe nekin nav talûkeya ku Emrîqa teşebûs dike, çîmkî ev teşebûs, ew ê encamên ku hemû kesan tesîrdar bike derxîne holê.”

Serî, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew keştîyekî qonteynirê a bi navê "Maersk Hangzhou" bi fuzeyên behrê hedef girtine û wî bal kişand ku hedefgirtina keştîyên rejîma îşxalê bidomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.