Ensarullah: Me 2 keştîyên Emrîqayê hedef girt

Ensarullah: Me 2 keştîyên Emrîqayê hedef girt

Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew li Behra Sor du keştîyên Emrîqayê bi fuze û ÎHAyan hedef girtin.

Berdevkê leşkerî yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ew ji bona ku ji zilma li dijî xelkê Fîlîstînê tê lidarxistin û ji bo êrîşdarîyên Emrîqa-Îngilistanê re bersivê bidin li Behra Sor operasyonekî li dar xistine.

Serî, ragihand ku ew bi fuze û ÎHAyan du keştîyên Emrîqayê hedef girtine.

Serî, di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew di çarçoveya banga xelkê Yemen û ummeta Îslamê de ji berfirehkirina van operasyonên xwe ti dem natirsin û ew ê alîkarîya ji xelkê Fîlîstîna ku dûçarê êrîş û dorpêçêne re jî bidomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.