Ensarullah: Me du keştîyên îşxalê hedef girt

Ensarullah: Me du keştîyên îşxalê hedef girt

Ensarullah li alîyê tengava Babûlmendepê du keştîyên ku girêdayê rejîma sîyonîst a îşxalker in hedef girtin.

Hêzên Çekdar yê Ensarullahê, daxuyandin ew bi armanca destekdayîna ji berxwdana li Xezzeyê re û ji bona ku ji êrîşên îşxalkeran re bersivê bidin li Babûlmendepê ji keştîyên îşxalkeran a bi navê "Unity Explorer" û "Number Nine"yê re bi fuze û balafirên bêînsan yê hewayê hedef girtin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin heta ku êrîşên li dijî Xezzeyê tênê kirin bên sekinandin ew ê çûndin û hatina keştîyên îşxalkeran asteng bikin.

Di heman demê de şîrketa behrê yê bi navê Tsimê jî piştî hedefgirtina du keştîyan a li alîyê Yemenê rêya keştîyên xwe veguhertin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.