Ensarullah: Me keştîya Emrîqayê îsabet girt

Ensarullah: Me keştîya Emrîqayê îsabet girt

Ensarullah, diyar kir ku ew li Kendava Adenê keştîya bi navê “Ginko Picardie” bi fuzeyên behrê hedef girtine û fuzeyên wan îsabet girtîye.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Tuxgeneral Yehya Serî, derheqê meseleyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew ji bo destekdayîna ji xûşk û birayên xwe yên li Xezzeyê û ji bona bersiva êrîşdarîya Emrîqa-Îngîlîzan operasyonek li dar xistin.

Serî di daxuyanîya xwe de weha got, “Hêzên me yên behrê ku girêdayê Hêzên Çekdar yê Yemenê ne, li Kendava Adenê ji keştîya Ginko Picardie yê Emrîqayê re bi gelek fuzeyên behrê operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de fuze li keştîyê ketin.”

Serî bal kişand heqê wan heye ku behra Yemenê biparêzin, ji ber vê yekê li derdorê behra Yemenê ew ê van hedefgirtinên xwe bidomînin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.