Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan îsabet girt

Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan îsabet girt

Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew keştîya neftê ya Îngîlîzan a bi navê MARLIN LUANDAyê bi fuzeyan hedef girtin û di keştîyê de şewat derket.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku ji bona ku ji xelkê mezlum yê Fîlîstînê re alîkarîyê bikin û ji êrîşa Emrîqa û Îngîlîzan a li dijî Yemenê re bersivê bidin operasyonekî li dar xistin.

Serî weha got, “Hêzên behrê yên ku girêdayê Hêzên Çekdar yê Yemenê ne, bi alîkarîya Xwedê ji keştîya neft yê Îngîlîzan a bi navê MARLIN LUANDAyê re di Kendava Adenê de operasyonekî li dar xistin. Di operasyonê de keştî bi fuzeyên hewce hat hedefgirtin û keştî îsabet girt.”

Serî di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew tenê keştîyên rejîma îşxalker û yên ku ji wan re alîkarîyê dibin hedef digrin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.