Erdogan bi Bîden re hevdîtin kir
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di Koşka Mabeynê de bi Alîkariyê Serokê DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) Joe Bîden re hevdîtin. Ev hevdîtina ku bi şiklekî girtî pêk hat nêzê 2 saet domî.
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, li Koşka Mabeynê ya di nav Qesra Yildizê de bi Alîkariyê Serokê DYAyê Joe Bîden re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzê 2 saet domî.
Hat ragihandin ku di hevdîtina Erdogan û Biden de mijarên herêmî yên Sûrî û Iraqê hatine axavtin.
Gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokkomarî hatine bi destxistin di hevdîtina Erdogan û Bîden de biryariya di derbarê mijara tekoşîna bi PKKê re ya Tirkîyê de axavtin çêbûye û hatiye diyar kirin pêwîst e ji piştgiriya ku li PKKê tê kirin dûr were sekinandin.
Hat ragihandin ku Erdogan bal kişandiye Tirkîye jî wek DYAyê dewletek hiqûqî ye. Her wiha Erdogan diyar kiriye ku propexende kirina terorê û piştgirî dayîna êrîşên terorê bi tu wechê di bergeha azadiya ramanan de nayê nirxandin.
Her wiha Bîden jî di hevdîtina ku bi Erdogan re de diyar kiriye di derbarê tekoşîna bi PKKê re ew wek DYA li cem Tirkîyê ne û PKKê jî wek rêxistina terorê dibînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.