Erdogan: Ne mimkûn e em wan gotinên ku derheqê HUDA PARê de tên gotin qebûl bikin

Erdogan: Ne mimkûn e em wan gotinên ku derheqê HUDA PARê de tên gotin qebûl bikin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kitêbxaneya Millet a li Kullîyeya Serokomartîyê bi xortan re hat ba hev.

Di hevdîtina ku hat kirin de xortekî derheqê HUDA PARê de got “HUDA PAR bi rêxistineke terorê tê bîranîn. Ji ber ku hûn pêwendîya HDP û PKKê tînin zimên hûn Tifaqa Millet rexne dikin. Hûn derheqê hevkarîya AK Partî û HUDA PARê de çi difikirin?”

Erdogan ev pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand:

“Ti eleqeya HUDA PARê bi vê rêxistina terorê tune ye. Ger tiştekî wisa hebana ne mimkûn bû ku em bi hev re hevkarî bikin.”

“HUDA PAR him mîllî û him jî xwemalî ye”

Erdogan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, ew dixwazin di warê siyasîbûna welatîyên Kurd de ew dixwazin bi HUDA PARê re bimeşin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Ew him mîllî û him jî xwemalî ye û ji welatê xwe hez dike. Ti kes nikare rabe di vî warî de HUDA PAR û HDPê bi hev re muqayese bike. Ew dibêjin ti eleqeya me bi tuneye. HDP a niha bi israr radibe HUDA PARê wisa diwesfîne. Em nikarin ji ber zextên HDPê vê yekê qebûl bikin. Ev tiştên ku derheqê HUDA PARê de tê gotin ne rast in û ew hewl dide sîyasî bibe. Ew a niha di van hilbijartinan de bi logoyên xwe dikevin hilbijartinan. Ew dixwazin têketvin meclîsê û dengê xwe bidin sehkirin. Rewşa HUDA PARê ev e. Ne mimkûn e em wan gotinên ku derheqê HUDA PARê de tên gotin qebûl bikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.