Erdogan: Wê mafê destnedanê yê parlamenterên BDPê bê rakirin
Erdogan: Wê mafê destnedanê yê parlamenterên BDPê bê rakirin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî serdana xwe ya Spanyayê, li balafirxaneya Esenbogayê diyar kir ku wê mafê destnedanê yê parlamenterên BDPê bê rakirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Dogan a Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê mafê destnedanê yê parlamenterên BDPê de daxuyaniyek da. Erdogan li ser pirsa derbarê nêzîkatiya parlamenterên BDPê yên derbarê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de wiha got: “Li parlamentoyê tiştên bi vî awayî, bi taybet dema derbarê mijarên terorê de fezleke bên, emê van fezlekeyan di nava xwe de binirxînin û biryarekê bidin. Emê biryara xwe ya derbarê rakirina mafê destnedayînê de bidin. Piştî wê yekê jî biryar a dadgeha bilind e.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.