Erebe li refûjê qelibî: 2 jê giran tev de 3 birîndar

Erebe li refûjê qelibî: 2 jê giran tev de 3 birîndar

Li Dîyarbekir erebeyek li refûjê qelibî û dû re di rê de pekîya alîyê dinê û ket ser teqsîyek, di encama qezayê de 2 jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 21 ACD 708ê di Çarrêya Batîkenta Taxa Elaziga ku li ber pêşîya Leşkergeha Behrê ya General Galîp Denîz e de dema ku ji alîyê çepê de erebeyan bihurê û ji ber ku bi lez bû li refûjê qelibî. Di encama qelibandina refûjê de jî erebe di rê de firîya alîyê dinê û li ser teqsîya bi plaqeya 21 TT 0379 ket.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

2 kesên ku di nav erebeyê de asê mabûn bi alîkarîya ekîban û mirovên derdorê di nav erebeyê de hatin derxistin û du re bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa 2 kesan giran e û bi şofêrê teqsîyê jî tiştek nebû.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler