Erebe li rêwiyên rawestgehê disekinîn qelibî: 1 mirî, 2 birîndar

Erebe li rêwiyên rawestgehê disekinîn qelibî: 1 mirî, 2 birîndar

Li Îzmîtê erebeyek ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, ket rawestgehê. Di qezaya ku pêk hat de ajokarê erebeyê canê xwe ji dest da, 2 rêwiyên ku li rawestgeha otobusê li bendê bûn birîndar bûn.

Qeza, li ser Rêbeja D-100 a Îzmîtê di derdora seat 01.30an de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin E.B. Otomobîla bi plaqeya 41 K 8351 a ku di bin kontrola ajovan de bû, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir, ewil dest bi otobusê kir, piştre li otobusa giştî û piştre jî li rawestgeha ku rêwiyan li bendê bûn, qelibî.

Li ser îxbara kesên ku qezayê dîtin, ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê şofêrê maşînê yê bi giranî birîndar bûbû û 2 birîndarên din jî piştî mudaxeleya ‘ewil rakirin nexweşxaneyê.

Tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê ajokar E.B nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da, dermankirina birîndarên din jî dewam dike.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.