Êrîş Li Konvoya Eskeriyê Hat Kirin, 2 Cerdevan Jî Hatin Kuştin
Êrîş Li Konvoya Eskeriyê Hat Kirin, 2 Cerdevan Jî Hatin Kuştin
Bi salan e milletê Kurd, ji ber şer û pevçûnên bêfêde û bêînsaf perîşan dibe. Dewlet terorê dike hincet û behane û li millet me’melên neheq û zorba dike, ji heq û xweşiya heyatê mehrûm dihêle. Urgutên çepgîr û xwedênenas jî, bi hincet û behana û mentiqa “Kesê ne bi me re be, dijminê me ye”, neheqî û zorbatî li millet dike. Milletê mezlûm, ji ber şerrekî qirêj ku ne xwestiye û xwe di nav de dîtiye, şerpeze û perîşan buye.
Dîsa li gor xeberan, hat gotin ku di riya Dêrsim û Pulumurê de, mensûbên PKKê, êrîş birin ser konvoya eskeriyê. Êrîş bi roketan hat kirin. Di êrîş de tiştek bi kesî nehat.
Her wiha li Miksa navçeya Wanê jî, di navbera esker û mensûbên PKKê de, şer qewimî. Di şer de du cerdevan hatin kuştin. Eskerek birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxana eskeriyê ya Wanê. Li ser hadîseyê operasyon hat rast kirin.
Li Paloyê jî, mayina di nav rayên tirênê de bicîhkirî, gava tirên di ser re derbas bû, teqiya. Bi teqînê, 5 wagon ji rayê derketin. Tiştek bi kesî nehat. Di trênê de xisara maddî çêbû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.