Êrîş li meclîsa Îranê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî hatin rehîngirtin

Êrîş li meclîsa Îranê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî hatin rehîngirtin

Hat ragihandin 4 kesên êrîşkar ên ku ketin meclîsa Îranê li ser mihafizan de gule reşandin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 4 êrîşkarên çekdar ên ku li Îranê ketin Parlamentoya Îranê li ser mihafizên meclîsê de gule reşandin. Di encama êrîşa ku hat kirin de pevçûn derket.

Di pevçûna ku derket de  7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî hatin rehîngirtin.

Parlamenterê Tahranê Îlyas Hezret destnîşan kir êrîşkar tev de 3 kes in, di destê 2 wan de keleşkof û di destê yekî de jî damençe heye.

Hat ragihandin kesên êrîşkar hêj di nava meclîsê de ne.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.