Êrîş li polêsan hat kirin: 2 birîndar

Êrîş li polêsan hat kirin: 2 birîndar

Li Qosera Mêrdînê êrîş li polêsên ku kontrola nasnameyan dikirin hat kirin, di encama êrîşê de2 polês birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh êvarî di derdora seat 21.00an de li Taxa Mezopotamyaya Qoserê polêsan xwest ku nasnameya 3 kesên şikdar binêre, lê di dema kontrolkirina nasnameyan de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de 2 kes birîndar bûn û kesên êrîşkar di tarîtiya şevê de winda bûn.

Di êrîşa ku hat kirin de polêsên bi navê K.A. û Y.D. birîndar bûn. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn gelek ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat hînbûn rewşa polêsên ku birîndar bûne baş e û di derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.