Êrîş li serokê AK Partîyî hat kirin: Miriyek

Êrîş li serokê AK Partîyî hat kirin: Miriyek

Li navçeya Bêgira (Muradiye) Wanê li dijî Serokê Navçeyê yê AK Partiyê êrîş hat lidarxistin. Di encama êrîşê de xizmeke serokê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Li navçeya Bêgira (Muradiye) Wanê li dijî Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Îbrahîm Vanli êrîş hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de xizmê serokê Adnan Vanli jiyana xwe ji dest da.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Îbrahîm Vanli, di bergeha xebatên referandûmê de çû gundeke girêdayê navçeyê. Di derdora saet 22.15an de Vanli ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve dûçarê êrîşê bû.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de xizmê serokê Adnan Vanli jiyana xwe ji dest daye û kesekî din ê di wesayîtê de jî bû birîndar bûye.  (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.