Êrîşa çekdarî li mektebê hat kirin: Miriyek 2 birîndar

Êrîşa çekdarî li mektebê hat kirin: Miriyek 2 birîndar

Li Pendîka Stenbolê êrîşa çekdarî li mektebê hat kirin, di encama êrîşê de xwendekarek jiyana xwe ji dest da û 2 xwendekar jî birîndar bûn.

Li Pendîka Stenbolê kesekî ku nasnameya wî ne diyar e bi tifingê gule berda li ser xwendekarên ku li ber mektebê kom bûbûn, di encama bûyerê de xwendekarek jiyana xwe ji dest da û 2 xwendekar jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesê êrîşkar ne xwendekar e û piştî êrîşê êrîşkar di derenceyên şewatê yên mektebê de zendexên xwe bi jiletê jê kir û hewil da întîhar bike.

Hat hînbûn êrîşkar hatiye binçavkirin û kesên birîndar jî hatine rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.