Êrîşa Îsraîl

Êrîşa Îsraîl

Teyarên Bê Însan Yên Îsraîl Êrîşî Qempeke Ğezzeyê Kir. 6 Kuştî

Xeberan diyar kir ku teyarên bê însan yên Îsraîl, do êrîşî qempeke multeciyan ya li el Meğaziyê kir. Di êrîşê de 6 kes hatin qetil kirin, yek kes jî ğeddar birîndar bû. Êrîşên bi fuzeyê li wesaîtekê hat kirin.

Li gor îfadeya şahidan hat beyan kirin ku ji çar xortên di wesaîtê de 3 kes can dane yek jî ğeddar birîndar buye. Ordiya Îsraîl êrîşê girt ser xwe û beyan kir ku her çar kesên di wesaîteyê de, xwestine bi fuzeyan êrîşî Îsraîl bikin.

Li aliyê din serekwezîr Teyyîb Erdoğan diyar kir ku Îsraîl êrîşî Îranê bike, wê ji bo herêmê qiyamet be. Muxabîrê CNNê, bi Teyyîb Erdoğan re hevpeyvînek li dar xist. Erdoğan di hevpeyvîna xwe de got “Herêm hewceyê aşitî, refah û îstîkrarê ye. Eger Îsraîl êrîşî Îranê bike, wê ji bo herêmê qiyamet be.”

li gor xebera rojnameya Yenî Şafakê hat îfade kirin ku siyonîst Îsraîl, gelek camiyên kevn kirine axur û restoran û depo.

Li gor xeberê, Îsraîl ji 1948an vir ve 1200 camî xerakirine. Gelek camiyan jî, ji bo hinek tiştên din bikar tîne. Li Hayfayê mescîda Eyn Hewz ya ku qomandar Selaheddîn avakiribû, kiriye restoran. Camiya Eyn Zeytûn kiriye axura dewaran, camiya Zeyb kiriya depoya aletên zîraetê, camiya Ehmerê kiriye loqala hunermendan, camiya Sûkê kiriye galeriya resîm û heykelan, camiya Kelehê kiriye buroya belediya Safedê, camiya Xalîseyê kiriye muze, camiya Seksekê kiriye fabrîka û bar kafe, camiya Tabiyeyê jî kiriye xaniyek fillehan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.