Êrîşa Li Heyeta BDPê
Di nav wan de parlementer Sebahat Tûncel, Sirri Sureyya Onder, Ertuğrul Kurkçu, Levent Tuzel û seroka kongreya gelan ya demokratîk Fatma Gok, li herêma Behra Reş, ji bo serdanan çûn Sînopê.
Di nav wan de parlementer Sebahat Tûncel, Sirri Sureyya Onder, Ertuğrul Kurkçu, Levent Tuzel û seroka kongreya gelan ya demokratîk Fatma Gok, li herêma Behra Reş, ji bo serdanan çûn Sînopê.
Heyet derbasî mamostexaneyê bûn. Di heyama xeberdana parlementer Onder de, li derve grûbeke nêzî 2 hezar kes, bi sloganan li ber bînayê civiyan. Bînayê dan ber keviran. Wesaîtên heyetê texrîb kirin. Grûbê xwest ku têkevin hundir. Polîs mudaxela wan kir. Di navbera wan û polîsan de pevçûn qewimî. Polîs xwest ku, bi gaza îsotê wan belav bike. Protestovan kevir û hêk û petên avê avêtin bînayê. Qomandarê cendermê yê bajêr ğeyret kir ku, protestovanan aş bike.
Ji ber hadîseyan heyet nêzî 9 saetan di hundir de mehsûr man. Paşê heyet bi panzerên polîsan, ji bînayê hatin dûrxistin û ber bi Samsûnê ve çûn.
Li aliyê din di doza KCKê de, 10 kes hatin tehliyekirin. Di nav wan 10 kesan de, 6 serekê belediye yên kevn jî hene. Doza KCKê ya ku li Diyarbekir li mehkema cezaya giran ya 6an de tê dîtin, 108ê wan girtî bi 175 bersûcan dewam dike. Do di celseyê de, 10 bersûc hatin tehliyekirin. Van tahliye di dema ku pakêta 4an ya yargiyê tê xeberdan hat kirin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.