Êrîşa Reyhanliyê

Êrîşa Reyhanliyê

Roja Şemiya borî li Reyhanliya Hatayê, du heb wesayîtên bombekirî li ber belediyê û postaxaneyê teqiyabûn. Di hadîsa teqînê de 46 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 50 kes jî birîndar bûbûn.

Roja Şemiya borî li Reyhanliya Hatayê, du heb wesayîtên bombekirî li ber belediyê û postaxaneyê teqiyabûn. Di hadîsa teqînê de 46 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 50 kes jî birîndar bûbûn.

Li ser hadîseyê lêpirsîn û lêkolîn hatin kirin. Di vê çarçovê de 9 kesên ku bi îddîa têkiliya wan bi êrîşê ve heye û tevlî êrîşê bûne, hatibûn desteserkirin. Hat diyarkirin ku her 9 kes jî, ji Tirkiyê ne. Her dû wesayîtan salek berê stendine û ji bo balê nekşîne di depoyan de veşartine. Di depoyan de bi sed kîloyan bomba hatine bombekirin.

Her wiha hat îfadekirin ku, van kesan êrîş plan kirine û ji êrîşê re çavdêrî kirine. Berî niha gelek caran çûne Sûriyê û hatine. Hat îddîakirin ku, bersûc li xwe mikurîne ku li Sûriyê mensûbên muxaberatê dîtine û ji bo êrîşan ji Sûriyê pere wergirtine.

Der heqê hadîseyê de wezîrê karên hundir Mûammer Guler wiha got “Malzemên teqînê bi riyên qaçax ji derve anîne. Di wesayîtan de di qulên xisûsî de bi cî kirine. Bi kesên alîkar bombe teqandine.”

Li aliyê din hat îddîakirin ku, di heyama teqînê de 3 welatiyên Sûriyê hatine lînçkirin û hatine kuştin. Mixabin nehiştine ku diktor raporên otopsiya rast ya van her sê Sûriyeyiyan binivîsînin.  Ewraqê wan bi awayî ku bi teqînê can dane hatiye nivîsandin. Di dîmenan de jî xuya dibe ku, piştî teqînê hinek kes, êrîşî wesayîtên Sûriyeyî dikin. Tê îfadekirin ku, eger kirinên van însanan bê ceza bimînin, dibe provokatîfên din pêk bînin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.