Êrîşa Reyhanliyê
Di 11ê Gulanê de li Reyhanliya Hatayê êrîşa bombeyî hatibû rastkirin. Di êrîşa han de 52 kes hatibûn kuştin. Zêdetirî 200 kes jî birîndar bûbûn.
Di 11ê Gulanê de li Reyhanliya Hatayê êrîşa bombeyî hatibû rastkirin. Di êrîşa han de 52 kes hatibûn kuştin. Zêdetirî 200 kes jî birîndar bûbûn.
Li ser hadîseya bombeyî gelek kes hatin girtin. Vê paşîn 4 kesê din hatin girtin. Di nav wan de Nasir Eskiocakê ku tê îddîakirin êrîşê plan û organîze kiriye jî heye. Hat îddîa kirin ku, Nasir Eskiocak gava dixwaze di nêzî gundê Guveççiyê re derbasî hêla Sûriyê bibe, di operasyona polîs û eskeriyê de tê girtin. Eskiocak li xwe mikurî û behsa rastkirina êrîşê kir. Da zanîn ku emiran ji Yûsûf Nazikê li Sûriyê distîne.
Nasir Eskiocak û her sê kesên din, piştî îfade dan mehkemê, bi qirara mehkemê hatin girtin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.