Êrîşa Talîban
Li Efğanîstanê Di Êrîşa Bombeyî De 18 Eskerên Natoyê Hatin Kuştin
Li Efğanîstanê hereketa Talîban dixwaze dewleteke Îslamî ava bike. Ji ber vê yekê jî li ber eskerên Natoya îşgalker, nêzî deh salaye şer dike.
Talîban diyar kir ku di êrîşa do de 18 eskerên Natoyê kuştine. Do li bajare Celalabadê li firogehê, 12 mîlîtanên Talîban kincê eskeran li xwe kiribûn û bi wesaîtên ku bomba di wan de hatibûn bikeyskirin, êrîşî baregeha Emrîka kiribûn. Hereketa Talîban der heqê êrîşê de agahî dan.
Di êrîşê de 4ê wan helîkopter 5 wesaîtên hewayî hatine îmhakirin. Şer nêzî 2 saetan dewam kiriye. Li gor Talîban 18 eskerên Natoyê hatine kuştin, nêzî 40 eskerên Nato û Efğan jî birîndar bûne. Di êrîş de 7 mîlîtanê Talîban şehîd ketine, 5 heb jî xelas bûne.
Li Efğanîstanê tu roj tune ku ji teref mîlîtanê Talîban ve êrîş li merkez û eskerên Nato û Emrîkayê nayên kirin. Waşîngtonê reqemên ku ji Talîban ve hatine diyar kirin red kir û îfade kir ku 3 eskerên wan hatine kuştin, 3 heb jî birîndar bûne. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.