Êrîşên Li Enqerê

Êrîşên Li Enqerê

Do êvarê li Enqerê êrîşên bombeyî pêk hatin. Di heman demê de êrîş birin ser wezareta edaletê û merkeza giştî ya AKP-ê.

Do êvarê li Enqerê êrîşên bombeyî pêk hatin. Di heman demê de êrîş birin ser wezareta edaletê û merkeza giştî ya AKP-ê.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, kesên nenas 2 heb bombên destan avêtin têketina ziyaretvanan ya wezareta edaletê. Êrîş û teqîn saet di 9ê şevê de qewimî. Di hadîseyê de kufleta xebatkarekî wezaretê sivik birîndar bû. Embulans hatin herêma hadîseyê. Kesa birîndar li cî tedawî kirin û dûre ji nexweşxanê tabûrcî kirin.

Hat beyankirin ku, bombeyên dengê hatine bikaranîn. Nêzî 3 saet li ser devera hadîseyê lêkolîn hat kirin. Gelek parçeyên şarapnelê hatin dîtin.

Êrîşa din jî li semta Balgatê, li merkeza giştî ya AKPê hat kirin. Kesên nenas bi sîlehên lavê êrîş kirin. Di hadîseyê de tiştek bi kesî nehat. Lê ji ber parçeyên teqînê, camên qata 7an şikiyan. Hat îddîakirin ku, ofîsa serekwezîr ya di qata 8an de kirine hedefa êrîşê. Li ser hadîseyê gelek ambulans û ekîbên îtfaiyê sewkî herêmê bûn. Hat gotin ku 200 metre dûrî merkezê, hinek parçeyên sîleha lavê û alayên orgutê hatine dîtin.

Li ser êrîşê wezîrê edaletê Sadullah Ergîn, piştî lêkolîna li deverên hadîseyê ji qezetevanan re wiha got “Gava em ketin rê, me texmîna teşebbusên saboteyên wiha dikir.” Wezîrê karên hundir Muammer Guler û alîkarê serekê giştî Huseyîn Çelîk jî, di merkeza giştî ya AKPê de di civîna medyayî de xeber dan. Muammer Guler der heqê hadîseyê de, agahiyên teknîkî dan.

Huseyîn Çelîk jî wiha got “Tiştên ku Ergenekonê berê dikir, niha orgutên din dikin. Em vê êrîşê telîn dikin. Tirkiye kengê dixwaze meselen ku bûne rîş hel bike, êrîşên wiha pêk tên. Eger em ji tarîtiyê bitirsiyana, em nediketin vê riyê.”  

Li ser her dû hadîseyên êrîşê, lêpirsîn dest pê kir. Polîs gûmana DHKP-Cyê dike, feqet ji orgutê heta niha tu beyan nehatiye kirin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.