Êrîşên li hember perwerdehîyazimanê zikmakî a bi Kurdî berdewam dikin

Êrîşên li hember perwerdehîyazimanê zikmakî a bi Kurdî berdewam dikin

Serokê Partîya Memleket Muharem Înce di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir, zimanê Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye.

Înceya ku berî niha mafê perwerdehîya zimanê zikmakî a bi Kurdî diparast, berî vêdu rojan beşdarî bernameyeke ku di televîzyoneke taybet de hat weşandin bû û derheqê perwerdehîya bi zimanê zikmakî a bi Kurdî de gotinên sosret kir.

Înce di gotinên xwe de destnîşan kir, zimanê Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye.

Înceyê ku berî niha di hilbijartinên serokomartîyê de bûbû namzed destnîşan kiribû “Em ji hemû kesan re 3 zimanan hîn bikin. A ewil zimanê Tirkî, ya duyemîn zimanê ku însan pê bi dayika xwe diaxivin û ya sêyemîn jî zimanekî gerdûnî.” Ev daxuyanîya nû ya Înce, cardin helwest siyasetê ya li hember zimanê Kurdî anî bîran.

Ji ber van gotinên Înce li ser tora medyaya civakî gelek bertekên tund jê re hatin nîşandan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.