Êrîşên Mucahîdên Afğan
Li Afğanîstanê Du ‘Eskerên Natoyê Hatin Kuştin
Li Afğanîstanê li gor xeberên hatine sitendin du ‘eskerên Nato ku milliyeta wan nehatiye hîn kirin ji alî mucahîdan ve hatin kuştin.
Du ‘eskerên ku mensûbê Hêza Destek û Ewlehiyê a Beynelmîlelî a Afğanîstanê de li rojhilata welat hatin kuştin..
Li gor beyanata ku ji alî Îsafê ve hatiye kirin li rojhilata Afğanîstan tu ‘eskerên wan hatine kuştin, lê belê di derbarê milliyeta ‘eskerên kuştî de me’lûmat nehat dayîn.
Li gor tê zanîn li rojhilata Afğanîstan bi piranî ‘eskerên ‘Emerîka wezîfe dikin.
Li gor beyanatên Îsafê roj bi roj êrîşên mucahîdan yên li hember wan zêde dibed. Ji serê salê ve heya îro dora çarsedî ‘eskerên ‘Emerîka û Natoyê hatine kuştin.
Êrîşên mucahîdan roj bi roj hêza Natoyê dixîne û morala gelê Afğanîstanê zêde dike. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.