Êrîşên Siyonîstan Didomin

Êrîşên Siyonîstan Didomin

Îsraîl Îro Ğezzeyê Dîsa Bombebaran Kir

Îsraîl, hem ji hewa, hem ji erdê û hem jî behrê êrîşê Ğezzeyê kir. Gelê Ğezzeyê ne bi dengên dîkan bi dengên fuze û bombeyan şiyarbûn ji nav livînên xwe.

Îsraîl di meha hezîranê de gelek êrîş bi bal Ğezzeyê ve lidarxistibû û li herêmê şeşê wê zarok  23 musulman hatibûn şehîd kirin. Siyonîstên îşğalker ji bo peyama ezê di meha Tirmehê de jî êrîşên xwe bidomînim bide vê sibê êrîşê Ğezzeyê kir.

Li gor ji çavkaniyên Filistînî hatiye hînkirin li mehella Zeytûn ‘erdekî zîre’etê hedef hatiye girtin. Di êrîşê de mirî birîndar hene hê di vê derbarê de tu agahî nehatine sitendin.

Dîsa leşkerên siyonîst, ji aliyê behrê ve jî lotkeyên nêçîrvanê masiyan hedef girtin. Di êrîşê de mirî û birîndar tunene.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Filistînî hatine sitendin ji bilî van devera hê li gelek deverên din weke El Bureyc, Cihrud Dîk êrîş hatine kirin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.