Êrîşî Ma’sîvanên Ğezzeyê Kirin

Êrîşî Ma’sîvanên Ğezzeyê Kirin

Botên êrîşê yên Îsraîla rejîma terorê, li lîmana bajarê Refahê ya li başûrê Ğezzeyê, êrîş birin ser qeyîkên me’saîvanên Filistînê

Botên êrîşê yên Îsraîla rejîma terorê, li lîmana bajarê Refahê ya li başûrê Ğezzeyê, êrîş birin ser qeyîkên me’saîvanên Filistînê.

Li gorî şahidên hadîseyê, botên êrîşê yên hêzên behrê yên siyonîst Îsraîlê, gelek roket avêtine qeyikên me’sîvanan. Di êrîşê de roket li du qeyikan ketin û herdu qeyik şewitîn. Di êrîşê de camiyeke li kersaxê jî xisar dî.

2 Filistîniyên ku di hadîseyê de birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê, ji bo 6 kesên winda jî xebatên lêgerînê dewam dikin.

Çendakî berê jî rejîma terorê, 6 me’sîvanên Filistînî girtibûn û dest dabû ser qeyikên wan. Me’sîvantî ji bo Ğezzeya dorpêçkirî gelek girîng e.

Bangaheq

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.