Êrîşkarê ku êrîşî pîreka bi tesettur kir hat tahliyekirin

Êrîşkarê ku êrîşî pîreka bi tesettur kir hat tahliyekirin

Êrîşkarê ku li Ataşehîra Stenbolê êrîşî pîreka bi hîcab kir hat tahliyekirin.

Hakan D.yê ku li Taxa Ferhatpaşaya Ataşehîra Stenbolê êrîşî pîrekek bi hîcab a ku di payerêyê de birêvediçû kir piştî ku hat girtin re hat tahliyekirin.

Bersûc Dundar û parêzerê wî beşdarî niştina ewil a ku li 57emîn Mehkemeya Cezaya Asliyê hat dîtin bûn. Ayhan Çelîka ku marûzî êrîşî bû beşdarî niştinê nebû, ji dêla wê ve Parêzer Şengul Karsliya endamê Komîsyona Hiqûqê beşdarî niştinê bû.

Di encama niştinê de mehkeme ji bersûc Dundar re ji sûca “bi qestî birîndarkirinê” 5 meh û 16 roj ceza da û wî tahliye kir.

ÎLKHA

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.